Di heyva borî de(30.11.2015) hevalê min ê hêja Endezyar Mûsa Sadullahî ji bo qetilkirina Tahîr
Elçiyî ji bajarê rengîn Duhokê bi riya xeta nete û faceyê helbestek şandiye.
Spas ji bo Endezyarê Avahî Mûsa re…
Gava min vê helbestê xwend gelek xemgîn bûm. Ev helbest ez kelogirî kirim. Careke din şîna
Tahîr Elçiyî hate bîra min.
Helbest ji bo Şehîd Tahîr Elçiyî re…
“Hemû yên dimrin cangorî yên welat,
rencber û hejar û belengaz,
dayik û bav û xwîşk û bira,
xweştivî û semyan û heval.
Tenê welatfiroş yên bûne
derd û ilet li ser dile me
û namirin.
Ya Xwedê em bi qedera te razî ne.
Bêhna te ya fireh e
û ya me ya teng e.”(Mûsa Sadullahî, Duhok, 30.11.2015)
Mirovekî qedirbilind, aştixwaz, hêja û hemiyetperwer û welatparêz û însanparêz bû. Însan bû ku li
ser ehsenê teqwîm hatîbû afirandin. Hem jî li ser wî rêyê bû. Bi îman bû, mirovperwer bû. Rastgo
bû. Parêzer bû û ji bo mafê mirovan xebatkêş bû. Herweha kurd bû.
Kurd bû misilman bû û di welatekî misilman de jî bi hovane û bi planane hate sû-i qestê. Ji bo
armancên hêja di bin mînareyê de deverû dirêj bû. Ew mirîbû. Ew şehîd bû.
Rehma Xwedê lê be Tahîr Elçî hate kuştin. Cezaya Xwedê zêde be ku Tahîr Elçiyê kuştin.
Mixabin gava ew şehîd bû kurdên ên din misilman jî lal bûn. Ker bûn. Bêdeng bûn. Xwedî kujeran
jî axaftvan bûn, bi deng bûn û bi derew bûn û bi plan bûn.
Ji ber vê yeke “Ya Xwedê em bi qedera te razî ne. Bêhna te ya fireh e.”