Piştê tengasiyê firehiye.(Gotinên Pêşiya)
Çawa dawiya êş lezet dibe, her wisa dawiya lezet jî êş dibe.(Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî)
Kifşeye ku her gel û her netew ji êş û elem û xizanî û belengaziyê derbasî firehiyê bûne. Ew bûyer ji bo her welatan re derbastar e. Tu welat û gel nîne ku bê êş û belengaziyê rasterast derbasiyê firehiyê bûne. Fêr e ji bo me dîrok. Dikarin mêze bikin.
Belê gelê me jî wekî wiha ye. Rewş mîna wan e. Tengasî, belengazî, xizanî, feqîrtî, êş û cefa. Belê wan xirabiyan kijan gel û welêt nekişandiye? Her gel. Her welêt... Digel vê yekê em jî.
Va ye helbestvan jî gotiye;
Derdê dilê min jî birîn
Ez digîrim ez diqîrim
Ez xerîb im xerîbistanê
Ez dinalim pir dikalim.
(Helbest: Mistefayê Dilxêrî)
Helbet zalim hebin. Helbet mezlûm hebin. Lê wekî Nûbihara jimara 1emîn; "Ne zalim be, ne mezlûm!"
Tê gihaştin ji bo zaliman bertek hebe, ji bo mezlûman jî destek hebe. Wekî Mewlanayî: "Pelçiqe lê nepelçiqîne!"
"Piştê tengasiyê firehiye."(Gotinên Pêşiya)
"Çawa dawiya êş lezet dibe, her wisa dawiya lezet jî êş dibe."(Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî)
Lê ji bo firehî rêbazek hêja heye.... Dûa û sebat. Bawerî û lebat. Xiret û xebat.
Yûnis Emre jî gotiye: "Dûaya mezlûman şahan dadixîne jêr."
Raîfê Bêçare jî dibêje:
Xweda nehêle heyfa mezlûman
Belkî kor bike çavê zaliman.
Divê em jî wekî mîna çarîna Ferhad Kayayî dûa bikin ku zûtirin firehî bibe...
....
Ew ê rojek were înşeallah
Bibî baran bibarê li ser me
Bibî bihar gul û sosinan
Şad bikî dilêm şad bikî dilêm.
(Helbest: Ferhad Kaya)