"Qehwexaneya seyar" li Bexdaya navçeya Iraqê li ser kolaneke qerebalix hatiye avakirin. Qehwexane him bala merivên ku diçin û tên dikşîne him jî bi tehma qehweya ku li ser koziya agir tê çêkirin va mişteriyên xwe ditehmijîne.

 

Erebeya qehweyê li herêma Mansurê li kêleka kolanê hatiye parqkirin û fîncanên paxir û cewzikên ku jê ra "delle" dibêjin va hatiye xemilandin. Ev erebe mîrateya dîrokî ya paytextê qedîm jî dide nîşan. Welatiyên ku qehweya xwe vedixiwin, li kêleka erebeya xemilandî wêneya bibîranînê jî dikşînin.

 

Yusuf Esedê erebeya qehweyê dide şixulîn got ku him tehma qehweyê him jî xemla erebeyê bala merivan dikşîne. Esed wiha dewam kir: "Li ser koziya agir çêkirina qehweyê li Bexdayê tiştekî nû ye. Tehma vê qehweyê bi taybetî bala ciwanan dikşîne. Li qehwexaneyên normal qehwe an bi makîneyên ceyranê an jî li ser agirê xaza siruştî tê çêkirin."

 

Esed destnîşan kir ku erebeya wî ya qehweyê nîşaneya dîroka Bexdayê ye û wiha dewam kir: "Xemla erebeyê bala mirovan dikşîne. Hin meriv dema ku ji karê xwe dertên tên vir, qehweya xwe vedixwin û diçin mala xwe. Hinek jî êvaran bi malbatî tên." Esed diyar kir ku wan li gelek deverên Bexdayê erebeyên qehweya ser kuçik danîn û herwiha ev yek jî ji bo gelek ciwanên bêkar dibe derfeta îstixdamê.

 

Sewsen Ehmedê bexdadî jî diyar kir ku li gorî wî qehweya ser kuçik xweştir e û wiha dewam kir, "Keça min ji Kanadayê hat. Dema em ji vir derbas dibûn çavê wê bi erebeyê ket û bala wê kişand. Erebe rawestand û pêşiyê qehwe tam kir û herwiha dû ra jî gelek wêne kişand."

 

Qehwexaneyên li paytext Bexdayê yên ku pêgeha ciwanan in gelek carî tûşî bûyerên tundiyê hatin. Ji ber vê qasê jî di dema ketina van mekanan da tevdîrên xurt ên ewlekariyê tên wergirtin. Hin ciwan jî ji ber van bûyerên navborî yên nexweş, hê zêdetir van kafeyên seyar tercih dikin.

Editör: TE Bilisim