Ji Partiya Demokrata Kurdistanê heyetek ji bo ku beşdarî kongreya HDPê bibin çûne bajarê Enqerê ya Tirkiyê.

Li gorî nûçeya ku li ser malpera Rudawê cih digre tê destnîşankirin ku: “Heyeteke bi serokatiya Berpirsiyarê têkiliyên netewî yê PDKê Ahmet Kanî doh bi şev gihîşte Enqerê.”

PDK dê sibeh beşdarî Kongreya Giştî ya Asayî ya 2. a HDPê bibin. Heyet bi serokatiya Ahmet Kanî, ji nûnertiya Enqerê ya PDKê Omer Mîran û berpirsiyarê PDKyê ya Tirkiyê Kovan Ahmet pêk tê.

Di Kongreya Giştî ya Asayî a duyemîn a HDPê de hevserok jî dê bên hilbjartin.

Di derbarê vê kongreyê de hate destnîşan kirin ku biryarên ku di vê kongreyê de bê girtin xwestekên gel in. Bi beşdarbûna 81 bajaran li 53 navendan konferans hatibûn li dar xistin. Bi slogana “Em siberojê ji îro ve ava dikin” hate li dar xistin. Konferansa herî dawî li Enqerê pêk tê. Di konferansê de stratejiyên nû ên partiyê hatin nîqaşkirin.

Kongreya Giştî ya Duyemîn a HDPê ji bo îlona 2015an hatibû plankirin. Lêbelê ji ber hilbijartina Mijdarê, Kongre mabû paş hilbijarinan. Kongre dê di roja 24ê çileyê de li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali çêbibe.

Editör: TE Bilisim