Îro piştî mitînga Namzede Serokomariyê û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li Dîlokê (Antep) konvoya wî rastî êrişa çekdarî hat, di bûyerê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî medyaya Tirkiyê, bûyer îro evarê saet 17.45 li Kolana Şofor Alî ya bajêr çebû. Pîşti mîntînga namzedê serokomariyê Selahedîn Demîrtaş, konyvoya berê xwe da navçeya Şehîtkamil a Dîlokê lê di rê de konvoy rastî êrişa çekdarî hat.

Dî êrişê de 3 kes birîndar bûn ku ji wan Mahmut Erkan û Mahmut Altundag di konyvoyê de bûn û jina bi navê Zeliha Ozsan jî bi tesaduf rastî êrişê hatibû.

Hat ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxanê û rewşa wan jî baş e.

Piştî êrişê polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin, piştî temaşekirina kamerayên ewlehiyê nasnameya êrişkeran diyar bû û hewlên girtina wan dest pê kir.


Rûdaw

Editör: TE Bilisim