Di Gola Wanê da piştî ku qedexeya girtina masiyan rabû, masîgiran tevdîra xwe dît û bi tekneyên xwe va derketin masiyan û dest bi girtina masiyan kirin.

Masiyên Gola Wanê cureyeke endemîk e û ji bo ku nifşa wan neqele heta 15ê tîrmehê girtina wan tê qedexekirin. Ji ber ku piştî 15ê tîrmehê şûnda masî kêm bûn, masîgiran dest bi girtina masiyan nekir û hinekî li bendê man û paşê sezon vekir.

Masîgirên navçeyên Îpekyolu, Edremit, Tuşba, Kawaş, Muradiye, Erdîş û yên Xelat, Elcewaz û Tetwana navçeyên Bitlîsê serê sibê li hev civiyan û derketin masiyan.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Behra Wanê (DTO) Nevzat Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kefala perikdur li herêmê cureya herî girîrg a masiyan e.

Aydin diyar kir, di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da qedexeya girtina masiyan hebû û masîgiran guh da qedexeyê û heta ku sezona masiyan dest pê kir, Xwedê xêr û bereketa îsal zêde bike.

Aydin ji Wan û Bitlîsê qeyda 109 tekneyên masîgiran hene û ji wan hezar kes pê debara xwe dike.

Aydin diyar kir, hedefa wan îsal ew e ku 450 ton masî bigrin.

Masîgir Şahîn Akdeniz got ku piştî qedexeyê wan amadehiyên xwe kir û dest bi girtina masiyan kir.

Akdeniz diyar kir ku karê wan hinekî bi nesîb va girêdayî ye û ew carinan 2 kîloyan, carinan 200 kîlo masî digrin.

Editör: TE Bilisim