Li Wanê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorî da gelek çek û muhîmmat hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya walîtiyê, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li navçeyên Başkale, Çaldiran û Îpekyoluyê li dij PKKya rêxistina terorî operasyon kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di 3yê adarê da operasyon hatin kirin û gelek muhîmmat û alavên jiyanî hatin bidestxistin û wiha hat gotin:

"Fermandariya me ya Cendirmeyên Bajêr li navçeya Başkaleyê li çola taxa Esenyamaçê tivingeke AK-47ê û 5 şarjorên vê tivingê û 128 fîşeng, yêlegekî hicûmê, jeneratorek, 3 tûpên tije yên mitfaqê, tûpeke tije a piçûk, alavên cure cure yên jiyanî hatin bidestxistin, ji bilî çek û muhîmmatan yên din li cihê xwe hatin îmhakirin.

Li navçeya Çaldiranê taxa Evcîlerê li mala kesekî ku alîkariyê dide mensûbên rêxistinê lêgerîn hat kirin û tivingeke AK-47ê ya peyadeyan, 2 şarjorên wê û 60 fîşeng, 800 hezar TL perê nakît hat bidestxistin. Li navçeya Îpekyoluyê taxa Bakraçliyê jî di lêgerînê da lûleya çeka bimakîne ya Zagrosê hat bidestxistin."

Editör: TE Bilisim