Li Wanê di erdheja ku 23yê cotmeha 2011an çêbû da 604 kes mirin, gelek kes birîndar bûn û bi hezaran mal xesareke giran hilda. Li ser erdhejê ra 6 sal derbas bûn û şopa erhejê bi veberhênan va ji holê rabû. 

Navenda erdheja ku şîdeta wê 7,2 bû, li gundê Tabanliyê bû, lê erhejê herî zêde li navçeya Erdîşê û Wanê da. Li gelek gundan jî mal û avahî xerab bûn. Piştî erdhejê bajar û navçe bi veberhênan va cardin hat avakirin. 

Wê demê li giştiyê welêt ji bo welatiyên erdhejzede seferberiyê dest pê kir û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê demê serokwezîr bû û piştî erdhejê bi piraniya wezîrên kabîneyê va çû Wanê. 

Hin wezîr ji Wanê neçûn û xebat di cî da kontrol kirin, bi kordînasyona ku ava kirin va pêşiyê giranî dane xebatên lêgerîn û xelaskirinê û paşê ji bo erdhejzedeyan sitargeh peyda kirin û xwarin û vexwarin li wan bela kirin. 

Pêşiyê 75 hezar çadir li welatiyan hat belakirin, paşê bi 14 hezar tiran va 29 hezar û 500 konteyner hatin şandin, ekîbên AFADê ji konteyneran 35 bajar ava kirin û 175 hezar erdhejzede di bajarê konteynerê da bi cî kirin. 

- Şopa erhejê ji holê hat rakirin 

Wê demê welatiyan ji Wanê koç kir û Wan hema bêje vala kirin. Piştî mehekê ji bo erdhejzedeyan çêkirina avahiyan dest pê kir. Bi deh hezaran kareker û bi hezaran makîneyên kar di sir û sermaya zivistanê da xebitîn ku avahiyan çêkin. Ji bo erdhejzedeyan avahî hatin çêkirin û di yekemîn salvegera erdhejê da bi merasimeke ku serokomarê wê demê Erdogan beşdar bû va avahî teslîmî malbatan kirin.

Ji roja wê bobelata mezin heya niha li Wanê avahiyên qewîn hatin çêkirin, qadên modern ên jiyanê hatin verastkirin û tesîsên sosyal hatin çêkirin. Herwisa li Wanê aborî û tûrîzm xurt bû, dibistan hatin nûkirin û rê jî hatin berfirehkirin.

Çi yên ku di erdhejê da rûxiyan û çi jî yên ku piştî erdhejê ji ber xesarê, bi destê dewletê hatin rûxandin tevda şûna hezar û 91 fêrgehên rûxandî, bi saya çavkaniyên dewletê û alîkariya xêrxwazan 2 hezar û 600 fêrgeh hatin çêkirin.

- "Di nava salekê da gelek veberhênan hatin kirin"

Walî û Cîgirşaredarê Bajarê Mezinê Wanê Murat Zorluoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku di sala 2012an da ew li Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê peywirdar bû û ji ber hindê ew baş bi xebatên hikûmetê yên bona erdheja Wanê beled e.

Zorluoglu destnîşan kir ku piştî erdhejê dewletê demildest, destê alîkarî û piştevaniyê da Wanê û wiha dewam kir:

"Li Wanê di nava salekê da ji avahiyan heya binesaziyê, ji ava paqij a vexwarinê heya rêçêkirinê, di gelek waran da veberhênan pir mezin hatin kirin û bi saya van bajêr jinûva rabû ser piyan. Bandora erdhejê bi piranî hat mînîmîzekirin. Dîsa bi destê TOKÎyê gelek avahî, kargeh, gom û tewle hatin çêkirin. Ev reqam ji ser 30 hezarî ra ye."

Osman Uçarê Midûrê Bajêr ê Wanê ya AFADê got piştî erdhejê ji bo welatiyan 17 hezar û 489 avahiyên TOKIyê, 2 hezar û 965 tewle hatine çêkirin, înşaeta hinekan jî dewam dike.

Uçar got welatiyên ku piştî erdhejê çûne bajarên din jî wek mêvan hatine mazuwankirin û wiha axivî: "Di erdheja Wanê de 31 hezar û 870 avahiyên me zirra dît. Ji van 23 hezar û 100 heb hatin hilweşandin û enkazên wan hatin rakirin. Li navenda bajêr avahiyên ku zêde xisar dîtine pir neman, lê navçeyan ev avahiyên ku zêde zirar dîtine têne hilweşandin. Ji bilî vê me 17 hezar û 489 avahiyên xwe temam kir û teslîm kir. 12 hezar avahiyên me yên gundan jî jê gelek hatin teslîmkirin û ji bo yên mayîn jî xebat dewam dikin. Ji bi saxlemkirina 2 hezar û 346 avahiyên me jî xebat hatin kirin."

Uçar bal kişande veberhênanên li bajarê Wanê hatine kirin û got ev xebat ji bo êşa erdhejê kêm bibe derfeteke mezin e.

Editör: TE Bilisim