Hat ragihandin ku li Wanê qeza çêbû û di qezayê da 11 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Walî Îbrahîm Taşyapan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li ser rêya Erciş û Wanê minîbusa rêwiyan û qamyon li hev qelibîn.

Taşyapan wiha xeberda: "Di qezayê da 11 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyên ewil di minîbusê da xwendekar û mamoste hebûn û ji bo ezmûnê diçûn Wanê. Li ciyê qezayê lêkolîn dewam dike û kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê."

Editör: TE Bilisim