VAN

Li navçeya Mûradiyeyê Gola Bendavê ya Sari Mehmetê ji ber sir û seqemê qerimî. Hin kesên ku kêfa wan ji girtina masiyan ra tê, qeşaya ser rûyê golê şikandin û masiyan digrin.

Li Herêma Anadoluya Rojhilatê sir û seqemeke dijwar heye û gel ji sermayê tengasiyê dikşîne. Li hin deran avgur, delav, gol û ava vexwarinê qerimîn.

Li navçeya Mûradiyeyê germahî di bin sifirê da 20 pile hat pîvan. Gola Bendavê ya Sari Mehmetê qerimî.

Qalindahiya qeşayê 40 santêm e. Masîgiran bi bivir û birekan bûz şikandin û di wan qulê golê da masî girtin.

Masîgiran mangala xwe jî li ser bûzê vexistin û masî li ser pêjandin.

Masîgir Cengiz Karli got ku her çend hewa sar be jî, girtina masiyan bi kêf e.

Editör: TE Bilisim