MARDÎN

Di komxebata "Pirsgirêka Kurdan û Tevgerên Îslamî" ya ku Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê çêdike da akademisyenên ku di qada xwe da pispor in bal kişandin ser di çareserkirina meseleyê da hişmendiya biratiyê.

Rektorê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Prof. Dr. Ahmet Agirakça di vekirina komxebatê ya ku li salona konferansê ya zanîngehê tê çêkirin û wê 2 roj dewam bike da xeberda.

Agirakça di xeberdana xwe da destnîşan kir ku bi hişmendiya umetê meriv dikare her kesî hembêz bike.

Agirakça destnîşan kir ku li welêt berê xeberdana mecbûrî ya bi tirkî bû sedema hin nîqaşan û wiha got: "Îro jî ev nîqaş dewam dikin. Mafên ku di warê ziman da tên xwestin di pêvajoya 10 salî da gav bi gav tên dayîn."

Agirakça diyar kir ku hin dewlet ji hewldanên pêşketinê yên Tirkiyeyê aciz in û wiha xeberda: "Îqtidara siyasî 3 sal rewşa aştiyê pêk anî û ev firsendeke mezin bû. Bi vê firsenda ku 3 salan dewam kir welêt, herêm û kurdan rehetî dîtin. Tirkiye aram bû û her kes aram bû. Lê hin kesên ku vê rewşa aştiyê naxwazin hene. Li hesabê hin kesan nehat ku li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê bayê aştiyê were."

Agirakça diyar kir ku divê her kes ji bo ku cardin firsendeke wiha çêbe, bifikire.

Agirakça diyar kir ku 6 meh e li herêmê pirsgirêkên mezin hene û divê ev pirsgirêk werin çareserkirin û wiha got: "Ji bo zilm rabe, pirsgirêk çareser bibin, biratî çêbe û hemû hişmendiyên nijadperest û neteweperest ji holê rabin, divê em di çarçoveya ayet û hedîsan da ku Îslam emir dike, hişmendiya biratiyê çêkin."

Qederê 50 akademisyenên ku di nav da Prof. Dr. Yusuf Çetindag, Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar û Doç. Dr. Vahap Ozpolat hene beşdarî komxebatê bûn û komxebatê du rojan dewam bike

Editör: TE Bilisim