Rêhewayên Tirkiyê (THY), sefera balafirê ya derveyî welêt li Diyarbekirê da destpêkirin.

Sefera ewil ji Diyarbekirê bir Hewlêra bajarê Iraqê.

Li Balafirgeha Diyarbekirê ji ber avahiya termînal û kêmasiya apronê, seferên derveyî welêt nedihatin kirin. Nêzî 6 mehan berê avahiya nû ya termînalê ku bi 300 milyon lîrayî hat çêkirin va seferên derveyî welat jî destpêkirin. Li Diyarbekirê sefera ewil a derveyî welêt hat kirin. THYyê ji Diyarbekirê balafir şand Hewlêra bajarê Iraqê.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker, berî sefera balafirê di merasima vebûna avahiya termînalê da axivî û bal kişand ser giringiya termînalê.

Eker got ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu di ziyareta xwe ya li Diyarbekirê da mizgîniya seferên derveyî welêt dabû û wiha dewam kir: "Ew ê bi saya seferên balafirê têkiliya bazirganî û turîzmê ya navbera Hewlêr û Diyarbekirê da bi pêş bikeve. Ev girîng e. Niha tenê wê rêwî herin bên; lê piştî ku binesazayi gumrikê jî misaîd bibe wê ji bo kargoyê jî sefer bên kirin."

 

-Ew ê heftê 3 rojan sefer hebin

Walî Huseyîn Aksoy jî got ku bi rêya seferan wê têkiliya Hewlêr û Diyarbekirê xurttir bibe.

Aksoy got em li hêviyê ne ku bazirganiya navbera welatan da xurttir bibe û wiha dewam kir: "Em ê ji vir digel heyeteke biçin Hewlêrê. Em ê li wir hevdîtinê bikin. Ew ê di heftê da 3 roj sefer hebin."

Piştra Eker, Aksoy, Parlementerên AK Partiyê Galîp Ensarîoglu, Ebubekîr Bal û Orhan Mîroglu digel karsazan bi balafirê ber bi Hewlêrê va çûn.

Editör: TE Bilisim