Haber Detayı
01 Mayıs 2017 - Pazartesi 22:48
 
Le Wanê "Guldexwîn" mirovan hejmetkar dihêlin
Guldexwînên ku biharê li serê çiya û deverên asê yên nêzîkî peravên Gola Wanê dibişkivin û ji aliyê xelkê herêmê wekî "bûka digirî" tên binavkirin, derûdora xwe dixemilînin û geş dikin.
NUÇEYÊN KURDî Haberi
Le Wanê

Guldexwînên ku biharê li serê çiya û deverên asê yên Anadoluyê dibişkivin û ji aliyê xelkê herêmê wekî "bûka digirî" tên binavkirin, derûdora xwe dixemilînin û geş dikin.

Guldexwînên ku biharê li serê çiya û deverên asê yên li Wan û Hekariyê û herwiha yên nêzîkî peravên Gola Wanê dibişkivin û ji aliyê xelkê herêmê wekî "bûka digirî" tên binavkirin, bi bedewaiya xwe va di danasîna herêmê da roleke berbiçav dilîzin.

Guldexwîn herwiha di destpêka sedala 20emîn da bi xebatên zanistî va hatin zêdekirin. Li Gewaşa navçeya Wanê li taxa Dîlmetaşê di nava goristanê da gelek guldexwîn hêşîn dibin û herwiha dema bişkivînê hem xelkê deverê û hem jî wênegir berê xwe didin vir û wêneyan dikişînin.

Xelkê taxê Sedrettîn Bayezît diyar kir ku hinek caran hin kes dixwazin ku toximê guldexwînan ji şûna wan derxin, lê ew dibe asteng.

Bayezît herwiha bal kişand ji bo ku bi awayekî baş bên parastin, divê dora goristanê bi dîwarekî bê girtin û êvaran bê ronîkirin. Bayezît ji bo vê jî ji rayedaran alîkarî xwest.

Midûra Dibistana Seretayî ya Dîlmetaşê Kader Avciyê jî destnîşan kir ku ew bi derfetên xwe guldexwînên li nava goristanê mihafeze dikin

Kaynak: Editör:
Etiketler: Le, Wanê, "Guldexwîn", mirovan, hejmetkar, dihêlin,
Yorumlar
Haber Yazılımı