Jinên Wanî şagerdan, kum û destgorkên ku ji eskerên di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de wezîfeyê dikin re amade kiribûn teslîmî Fermandariya Kolorduya Asayîşê kirin.

Jinên Wanî di çarçoveya kursên ku ji aliyê Midûriyeta Karên Civakî û Çandî ya Şarederiya Tuşbayê va hatibû vekirin ji her yekê hezar û 500 bi tevahî 4 hezar û 500 şagerdan, kum û destgork çêkirin. Komek jin û xebatkarên şaredariya Tuşbayê bi serokatiya Fevzî Ozgokçeyê şaredar Fermandariya Kolorduya Asayîşê ya Wanê ziyaret kirin. Jinan destkirên xwe bi koliyan teslîmî Fermandariya Kolorduya Asayîşê kirin. Fermandarê Kolorduya Asayîşê ya Wanê Korgeneral Salîh Karataş ji jinan re spas kir û got ku di demeke kin de ew ê van koliyan ji eskeran re bişînin. Karataş got ku ev diyarî wê ji eskeran bibe moral û wiha dewam kir: "Têkoşîna eskerên me ya dijî terorîstan wê xurttir bibe. Ev xebata li Wanê tê kirin ev jî bona me tiştekî girîng e. Ez bawer im dilê welatiyên me yên Wanî bi eskerên me re ye. Ez spasiya serokê şaredariyê û hemû jinan dikim."

Serokê Şaredariya Tuşbayê Fevzî Ozgekçî jî got ku wan 15 kursên cuda ev destkir amade kirine û wiha dewam kir: "Ez bawer im ev diyarî wê ji eskere me re bibe moral û ji terorîstan re jî bibe bersiveke baş. Jinên me ji pêşeroja Tirkiyeyê hêvîdar in. Eskerên me wê di demekê kin de wê bi sihet vegerin înşelah. Xwedê alîkarê wan be."

Editör: TE Bilisim