Li Gurpinara navçeya Wanê ji ber ba û bagerê banên xaniyan firîn.

Li navçeyê ji ber ba û bagerê jiyana rojane rawestî. Herwiha li Taxa Sakalarê ji ber vê yekê banê mizgeft û hin xaniyan firîn.

Melayê mizgeftê Îrfan Yildiz got ku ji ber bayê gurr di mizgeftê de xisarek mezin çêbû, li bendê ne ku xêrxwaz alîkariyê bidine mizgeftê da ku bê vesazkirin. (AA)

Editör: TE Bilisim