Hedef dikin ku di binê Behra Wanê ra ji Gewaşa navçeya Wanê bi xeta 3,8 kîlomêtreyî ava vexwarinê bibin Girava Axdamarê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî hatibû kirin ji bo ku ji binê behrê ra avê bibe Girava Axdamarê dixebite.

Di çarçoveya projeya ku bi destê Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) hat amadekirin va ew ê bi xeta 3,5 kîlomêtreyî ya ku ji binê ava behrê were kişandin avê bibin Girava Axdamarê.

 

Sînan Hakanê Şaredarê Gewaşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev projeya ji bo wan bû kêfxweşî.

Hakan got ku Girava Axdamarê ji nirxên girîng ên Wanê yek e û wiha axivî: "Ava ku ji quntara Çiyayê Artosê derdikeve ew ê here giravê. Ji bo Gewaşê ev projeyeke girîng e.

Hakan bi bîr xist ku cara ewil di sala 2014an da proje hat rojevê û wiha pê da çû:

"Bi qanûna Şaredariya Bajarê Mezin va dibê VASKÎyê proje çêkira. Ji herêm hem qada SÎTê ye hem jî di statuya muzeyê da ye dibê çend saziyan bi hev ra proje çêkirina. Waliyê me Murat Zorlugolu dema hate Gewaşê em ziyaret kirin. Me jî jê ra qala mijarê kir. Walî beg jî pê ra eleqedar bû û qebûl kir."

Hakan got li bendê ne ku îsal 150 hezar kes giravê ziyaret bikin.

- Hedef ew e ku giravê ji hişkahiyê xilas bikin

Hakan bi bîr xist ku li giravê darên behîvan hene û wiha axivî:

"Piraniya nebat û darên vê derê ji darên behîvan pêk tê. Darên endemîk ên bi sedan salî hene. Piraniya wan beriya Komarê hatine daçikandin. Di van salên dawîn de me tesîra hişkahiya kurewî li vê derê jî dît. Em şahid in ku di 10 salên dawîn da hişkahiyeke mezin çêdibe. Heke em tevdîran hilnedin Girava Axdamarê ew ê bibe çol. Bi taybetî dibê darên behîvan werin xilaskirin û 12 mehên salê vê derê kesk be. Evê jî bibe sedema hatina tûrîstan."

Editör: TE Bilisim