ANKARA

Berdevkê Partiya HDPê Ayhan Bîlgen got ku guh didin hemû bangên ji bo çêkirina qanûna bingehîn.

Bîlgen der barê banga ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya ji bo çêkirina qanûna bingehîn a teze ji hemû partiyan ra kiribû da ji AAyê ra axivî.

Bîlgen got ku qasî demokratîkbûna naveroka qanûna bingehîn divê çêkirina wê jî bi îqna, lihevkirin û tevkarî be, ev jî ji bo meşrûiyeta qanûna bingehîn girîng e.

Bîlgen got dibê ji bo çêkirina qanûna bingehîn li ser rê û rêzikan nîqaş bên kirin, ji bo vê rêyek bê dîtin û wiha pê da çû: "Xêncî hemû aliyên civakê ku siyaset jî ji bo çêkirina qanûna bingehîn li hev bike evê ji bo jiyana bi hev ra, hiqûqa hevpar bi feyde be."

Bîlgen wiha got: "Em guh didin hemû bangên ji bo çêkirina qanûna bingehîn. Tiştê ku ji bo me girîng e temamkirina hejmar û prosedûra meclisê nîne, tevkarî û îqnakirin e."

Editör: TE Bilisim