Li Ercîşa navçeya Wanê dest danîn ser 2 ton încî kefalên ku ji Behra Wanê bi qaçaxî hatine qefaltin.
Li gor agahiyan tîmên Qereqola Akçagedikê ya li ser rêya Ercîş-Agiriyê û Qereqola Cendirmeyan a Teklerê ya li ser rêya Ercîş-Bedlîsê di dema kontrola rê da kamyonetek dan sekinandin.
Di lêgerînê da 2 ton încî kefalên ku ji Behra Wanê bi qaçaxî hatine qefaltin dîtin û dest danîn serê.
Hat diyarkirin ku der barê kesên ku bi qaçaxî masiyan girtine da cezayê pere hat dayîn.
Editör: TE Bilisim