Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê gelek kesên bêkar zivistanê berfa li ser banê mal û avahiyan paqij dikin û pê debara xwe dikin.

Li Yuksekovayê gelek kesên ku karên demsalî dikin, zivistanê bi barîna berfê ra debara xwe ji paqijkirina berfa li ser banê mal û avahiyan dikin.

Li navçeya ku qalindahiya berfê digihêje 2 mêtroyî xebatkarên ku berfa li ser banê mal û avahiyan paqij dikin, rojane 60-80 lire qezenc dikin û debara xwe pê dikin.

Faris Yavuzê ku ji paqijkirina berfê pere qezenc dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku debara xwe ji paqijkirina berfa li ser banê mal û avahiyan dike.

Yavuz diyar kir ku paqijkirina berfa li ser banê mal û avahiyan gelek zehmet e û wiha xeberda: "Zivistanê zêde kar tuneye. Em jî berfa ku li ser banê mal û avahiyan kom dibe paqij dikin û pê debara xwe dikin. Rojane 60-80 lire dikeve destê me. Ya rast em nanê xwe ji berfê derdixin. Karekî zor û zehmet e, lê em mecbûr in."

Ji welatiyan Reşat Canan jî destnîşan kir ku îsal li Yuksekovayê zehf ber barî û wiha got: "Ji ber ku paqijkirina banê avahiyan zehmet e, em vî karî didin xebatkaran."

Canan diyar kir ku carna ji ber berfê banên avahiyan tên xwarê û wiha dewam kir: "Ji ber berfê heyat zor û zehmet dibe. Banên avahî û malan 2 mêtro berf digire. Her kes banên xwe paqij dike. Ji ber ku ev kar zor e, em xebatkaran digirin. Em 80 lireyî didin karkeran."

Editör: TE Bilisim